Îlon 23, 2015 10:37 Asia/Tehran
  • Karzanê tirk: Dê Erdoxan negihêje mirazên xwe yên siyasî

Karzanekî tirk got: Serokkomarê Tirkiyê bi saya tevlihevî û aloziya rewşa hundirîn a vî welatî li dû wergirtina dengê neteweperestên welatê xwe li hilbijartina parlemaniya berdem anku pêşwext e, lê nagihêje mirazên xwe.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya France 24'ê, karzanê mijarên siyasî û karêzanê mijarên Tirkiyê, Elî Kazancîgul her wiha got: Receb Teyib Erdoxan nikare riya xwe wek ''Mêrê mezin'' û ''Tenê rêberê gelê tirk'' bidomîne; Ji ber vê yekê, ev bi dilniyayî rewşa ewlehî û tevlihevî ku niha bûye şerekî navxweyî li Tirkiyê pêk tîne.
Elî Kazancîgul got: Erdoxan û hinek siyasetvan û rayedarên Tirkiyê herî zêde ji ber damezirandina herêmeke serbixwe li bakûra Sûriyê wek tişta ku li bakûra Iraqê pêk hat nigeran in. Wî destnîşan kir: Tikriye zêdetir ji vê yekê ditirse ku kurdên Sûriyê kurdistana Sûriyê bi Kurdistana Iraqê va girêbidin û yekparçetiya Tirkiyê bikeve ber gef û metirsiyeke mezin.
Di destpêka meha Îlonê da ji bo rewşa welêt zêdetir aloz û tevlihev bibe nivîsgehên Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) li hinek ji bajaran ketin ber êrîşan û wêran bûn. Her wiha di vê mehê da her wiha avahiya rojnameya Huriyetê ku dijbera Erdoxan e ket ber êrişê.
Her wiha li navçeyên başûra rojhilata Tirkiyê ku xelkê wan deveran bi giştî kurd in agirbesa ku di navbera endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û dewleta Tirkiyê di sala 2013'an da hatibû girêdan di Tîrmeha îsal anku 2015'an da bi dawî hat û bi vî rengî rewşa vê herêma Tirkiyê careke din aloz û tevlihev bû.
Di encama van pevçûnan da heta niha bi sedan kes hatine kuştin.