Îlon 22, 2015 20:52 Asia/Tehran
  • PKK:11 leşkerên tirk hatin kuştin'

HPGê baskê eskerî yê PKK'ê daxuyanî daye ku 11 leşkerên Tirkiyê kuştine.

Li gorî nûçeya ANFê HPGê derbarê şerên dawî de daxuyanî daye ku li çend şer û pevçûnan de li başûrê rojhilata Tirkiyê 11 leşkerên Tirkiyê kuştine.
Li gor daxuyanî HPG, li Wanê, duh 21ê Îlonê saet di 22:30 de, hêzên PKK yên li ser riya karwanê leşkerî ya ji Wanê diçû Colemêrgê, li qadeke di navbera navçeya Elbakê û qereqola Gelegomê de bombe teqand ku di encamê de 5 kes hatin kuştin. Medyaya Tirkiyê ji bo vê çalakiyê ragihand ku 13 birîndarên wan hene. Di vê çalakiyê de wesayîta ku çalakî li dij hate kirin bi temamî îmha bû; bi zelalî 5 leşker hatin kuştin.
HPG her wiha li daxuyaniya xwe ragihand ku li Mêrdînê jî duh 21ê Îlonê saet di 17:40 de, li sêgoşeya Midyad-Kerboran-Bendava Ilısû ya Mêrdînê, hêzên vê grûpê li dijî girekî di destê artêşa Tirkiyê de çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiya bi çekên giran û ferdî de 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî bi giranî birîndar bû. Li Colenêrg û Şemzînanê de jî di encama çalakiyên li dij hêzên Tirkiyê 4 leşker hatin kuştin.