Îlon 22, 2015 20:22 Asia/Tehran
  • Li kulîsên Enqerê komplo: 'Demirtaş wê were girtin û nekeve hilbijartinan'

Rêvebirê Weşanê yê Giştî yê Rota Haberê Unal Tanik diyar kir li kulîsên Enqerê tê gotin ku heta 1ê Mijdarê wê Selahattin Demirtaş were girtin.

Li gorî nivîsîna Sputnîkê, Unal Tanik li Bugun TV'yê beşdarî bernameya ''Ozlem Zengin'' bû û pirs bersivandin.
Tanik got: ‘Ez dixwazim ku bila temaşevanên me jî bizanibin ku ji bo Selahattin Demirtaş were girtin li Enqerê komployekê mezin amade dikin.'
Tanik li vî warî de gotina xwe domand û got: ‘Hûn jî dizanin ku rojnamevan Gultekin Avci hat girtin. Sedema girtina wî 7 nivîsên wî bûn û bi îdiaya ‘di nivîsên xwe de li dijî hikûmetê derbeyan li dar dixe' hat girtin. Ev hikûmet bi vê îdiayê dikare gelek kesan bide girtin û xebata gelek partiyan jî qedexe bike.'
Tanik axaftina xwe wiha didomîne: 'Hikûmet ji bo ku çavan bitirsîne, dibe ku derbarê HDPê de biryara qedexeyê derxe û bi hinceteke bêbingeh Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş were girtin.'
Tanik her wiha got: 'AKP çiqasî xwe li dijî partîgirtinê nîşan bide jî texmîna van rojên hanê kirine û ji ber vê sedemê çend salên borî qanûna ‘partîgirtinê' betal nekirine.