Her du wezîrên ji HDPê îstîfa kirin
Îlon 22, 2015 19:56 Asia/Tehran
Hat ragihandin ku her du wezîrên ji HDPê Muslim Dogan û Ali Haydar Konca îstîfa kirine.
Li gor nivîsîna malpera Sputnîk, Her du wezîrên ji HDPê derbarê îstîfakirinên xwe de daxûyanî da çapemeniyê.Li vê daxuyaniyê de Ali Haydar Konca got ku eger ez îstifa nekim wê gelê Vartoyê neletê li min bînin.'
Di daxûyaniyê de Ali Haydar Konca got: ‘Di nava mehekê de li Vartoyê gelek însan hatin qetilkirin. Mizgeft û goristan hatin bombekirin. Gelek mirov ji Vartoyê telefonî min dikin û nerazîbûnên xwe tînin ziman. Eger di vî hikumetê de cihgirtina me berdewam bike wê gelê Vartoyê neletê li me bînin.'
Derdora mehekê berî niha Erdogan serokkomarê Tirkiyê Davûdoglu serokê HDP'ê wezîfedar kir ku hikûmeta hilbijartinê pêk bîne li gor qanûna bingehîn ya vî welatî divê wezîrên hikûmeta hilbijartinê anagorî kursiyên partiyan li parlemanê ji nav partiyan were bijartinê, lê MHP û CHP'ê li vê hikûmetê beşdarî nekirin û Davûdoglu ji HDP'ê jî du wezîrê ji bo postên ne bi bandor bijartin.