Îlon 22, 2015 13:02 Asia/Tehran
  • Alîkarê CHP: Erdogan pê teşkîlatên çekdarî yên wekî dema Osmaniyan êrişî ser kurdan dike

Alîkarê serokê partiya Komarxwaz a Gel (CHP) li axivtina xwe de bal kişande ser êrişên vê dawiyê yên ser avahiyên Partiya Demokratîka Gelan HDP'ê û ser avahiyên rojname û çapemeniyên dijberê AKP'ê li Tirkiyê de û got: Tirkiye bi lez ber bi aloz û tevliheviyê dimeşe.

Malpera Zaman ya Tirkiyê nivîsiye ku : Alîkarê serokê CHP'ê Welî Akbaba li dewama gotinên xwe de got: Serokkomarê Tirkiyê ji ber kunikarî li hilbijartina heftê Hezîranê 400 parlemanteran bişîne parlemanê, welat tevlî hev û aloz kiriye. Vê demê otobusên ku ji rojhilata Tirkiyê û deverên kurdî yên vî welatî tên rojavaya Tirkiyê dikevin ber êrişînan. Li her derî êrişî ser kurdên Tirkiyê dibin tenê bi guneha kurdbûna wan. Li paş gişt van êrişana teşkîlatên eskerî û çekdar in yên wekî dewrana osmaniyan ku hikûmetê û şexsê Erdogan bib xwe ew çêkirine û organîze kirine.
Alîkarê serokê CHP'ê her wiha bi bîrxist ku Tirkiye bi lezgînî ber bi alozî, tevlihevî û bê ewlehiyê dimeşe . Li her derekî Tirkiyê xwîn tê rijandin, Saziya Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MIT) ji bo vê xwînrijandinê derveyî wezîfeya ser milê xwe her karekî dike.
Karzan û derûdorên siyasî bawer in Erdogan bona bidest xistina zêdeji 400 kursiyan li parlemanê her karekî dike, ew dibêjin Erdogan ji bo berjiwendiyên xwe her tiştî ji wan ol û nijad û hwd dike darê destan da ku bigihêje berjiwendiyên xwe yên serdestiya tam û dîktorane. Rojekê ew dibe oldarekî bawermend û roja din ew dibe nijadperestê tundrew û cana jî ew dibe piştgirê mafê mirovan ku ti baweriyeke wî lê tine.