Bila Tirkiye biryareke wêrek bistîne
Îlon 22, 2015 12:37 Asia/Tehran
Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê bersiva dezgehên çapemeniya dewleta Tirkiyê da û got: “Dewleta Tirk li şûna ku tewanbariyan dike, bila biryareke wêrek bistîne, aştiyê pêk bîne û doza Kurd çareser bike.”
Desteya Parastin û Xweseriyê ya Kantona Efrînê derbarê siyasetên derxistina tevlîheviyan ên dewleta Tirkiyê daxuyaniyek da raya giştî.Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Dezgehên çapemeniyê yên dewleta Tirk bi armanca derxistina şer û veguhestina aloziyên xwe yên hundir, dest bi kampaniyeke derew û reşkirinê kirine. Li ser navê fermandarên xwe dibêjin ku ji derve sînorê wan xeteriyeke li ser ewlehiya netewî ya Tirkiye heye û dibe ku destwerdanê bikin da ku vê xeteriyê bidin sekinandin.
Dewleta Tirk destê di derxistina aloziya Sûriye de heye û heta niha bi awayekî bêyî sînor piştgiriyê didin komên terorîst û alîgirên wan da ku neheqiyê li welatiyan bikin, wan bikûjin, êşkence bikin û bidin girtin. Ji ber vê di ziraviyên van daxuyanî û axaftinan de bi xwe xeterî heye.
Li gel me gelek belgeye hene ku îsbat dikin dewleta Tirk destê wê yê di bûyerên xwînrijandinê yên li Sûriye û deverên kurdî yên vî welatî de heye. Ev daxuyanî diyar dikin ku siyasetên dewleta Tirk biser neketine û nikarîbû aloziya xwe ya hundirîn derxe derve.
Li şûna ku tewanbariya çep û rast lêxe, bila biryareke wêrek a ber bi aştiyê ve bistîne û doza gelê Kurd li Kurdistana Tirkiyê çareser bike. Şer nakeve berjewendiyên tu kesî.
Vê dawiyê jî hikûmeta Enqerê îdia kiribû ku PKK'ê dixwaze YPG anku hêzên parastina kurdên Sûriyê bikişne nav şerê li dij hêzên Tirkiyê da ku bin vî awayî rê ji bo êrişa xwe ser kurdên Sûriyê serast bike.