Îlon 22, 2015 11:44 Asia/Tehran
  • Li Wanê 13 leşker birîndar bûn

Li navçeya Elbakê dema wesayîta leşkerî derbas dibû teqîn pêk hat û li gorî agahiyên ewilî 13 leşker birîndar bûn.

Li gor ragihandina ajansa Hawar Newsê, li navçeya Elbakê ya Wanê dema wesayîtên leşkeran derbas dibû li herêma Çamlikê teqîn pêk hat. Di encama teqînê de li gorî agahiyên ewilî 13 leşker birîndar bûn.
Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê û ji wir jî bi helîkopteran rakirin Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi ya Wanê û muhtemel e çend kes ji birîndaran ji ber rewşa xedar a xwe jiyana xwe ji dest bidin. Hat ragihandin ku tedawiya leşkeran didome.