Îlon 22, 2015 10:08 Asia/Tehran
  • Hewldana kurdên Sûriyê ji bo qutkirina têkiliya DAIŞ'ê bi Tirkiyê ra

Hêzên çekdar ên ser bi Partiya Yêketiya Dêmokiratîk a kurdên Sûriyê (PYD) lê digerin ku bajarê Cirablosa vî welatî ku nêzîkî sînorê Tirkiyê ye bêxin bin kontrola xwe û bi vî awayî têkiliya koma têrorîst a DAIŞ'ê bi vî welatî ra qut bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress'ê, Îdrîs Nesan alîkarê berpirsên karûbarên derve yên kantona Kobaniyê ji rojnama Îndînpêndêntê a Ingilîsê ra got: Me ji bo azadkirina bajarê Cirablosê plan darêştiye.
Wî her wiha got: Bajarê Cirablosê xala herî dawiyê ye ku DAIŞ dikare jê bo hatûçûna Tirkiyê sûdê werbigire.
Îdrîs Nesan ji zarê fermandarekî YPG jî got: Êrişa ser Cirablosê yê bi hevdengiya tev Amerîkayê û hevalbendiya dijî DAIŞ'ê pêk bê, ji ber ku hêzên kurd beşek in ji hevalbendiya dijî DAIŞ'ê.
Li gorî rapora rojnama Îndînpêndêntê, ev mesela dikare ji bo Amerîkayê ku vê dawiyê bi Tirkiyê ra li warê bikaranîna pêgeha Incîrlîkê rêketiye û Enqere jî li dijî pêşveçûna kurdên Sûriyê ye, pirsgirêkek nû derxe û Tirkiyê hêrs bike.