Erdogan ji bo bi dest xistina dengên nejadperestan îhanetê li kurdan dike
Îlon 21, 2015 21:44 Asia/Tehran
Serokomarê Turkiye Tayîp Erdogan ku di hilbijartina 7'ê Hezîranê de bi ser neket û niha dîsa ji bo hilbijartina 1'ê Mijdarê daket qadan û vê carê li Qada Yenîkapi mîtîng pêk anî ku mîtînga Erdogan vegeriya mîtînga bangeşeya hilbijartinê ya Partî Dad û Geşepêdanê (AKP'ê).
Erdogan di mîtînga bi navê "Bi Milyonan Nefes Lidijî Terorê Bûn Yek Deng" de got: Ez di 1'ê Mijdarê biryarek dîrokî û hewldanek dîrokî ji we dixwazim, we bi zorê ala me di kongreya xwe de vekir, wext hat we ala me daxist, hûn bi piştgiriya Turkên Sipî li ser piyan in, em nabêjin kevir û çiya em dê hemuyan di şikeftan de bifetisînin.Erdogan ku ji bidest xistina dengên kurdan bêhêvî maye vê carê li dengên nijadperestên tirk difikire û ji bo vê yekê HDP û gelê Kurd kir hedefa xwe û îhanetên xwe û vê carê peyam dan endamên MHP'ê ku piştgiriyê bidin AKP'ê û got: Vîna Neteweyî" û wiha axivî: "Di hilbijartina 1'ê Mijdarê de kîjan partî dibe bila bibe ne girîng e, divê 550 wekilên herêmî û neteweyî bi dil û bedena xwe ji bo vî welatî bixebitin, ez bawerim we fam kir min çi got? Ji bilî vîna neteweyî tu çareyên din tuneye, ger hûn vîna herêmî û neteweyî bişînin meclîsê yên din hêsan e.