Hikûmeta Tirkiyê rê ji bo êrişa ser PYD amade
Îlon 21, 2015 20:50 Asia/Tehran
Hat îdiakirin ku PKK dê mîlîtanên PYDê ji bo arikariyê derbasî Tirkiyê bike.
Li gorî îdiaya Ugur Erganê nivîskarê rojnameya Hurriyetê ku ji hêzên îstîxbarî bi dest xistiye, PKK amadehiyan dike ku mîlîtanên PYDê derbasî Tirkiyê bike.Her wiha îdia ji axaftineke bêtêlê ya Murat Karayilan hatiye girtin ku qaşo Karayilan dibêje 'Êdî em hew dikarin li Qendîlê bijîn, me pir zayan dane û divê em PYDê bînin hewara xwe.'
Çavkaniyên îstîxbarî jî îdia wiha dikin: ‘Piştî ku PYD û hukimeta herêmî li hev kir, kurdên ku li Herêma Kurdistana Iraqê perwerdehiya xwe diqedînin derbasî Rojava dibin.'
Wer xuya dike ku Hikûmeta Enqerên ji bi hêzbûna PYD bi taybetî piştî li hevkirina wê û Herêma Kurdistana Iraqê pir ditirse, lewma dixebite mihane û hencetê pêk bîne bona êrişa ser hêzên vê partiya kurdên Sûriyê.