Êrîşa firokeyên cengî yên Tirkiyê li ser pêgehên PKK`ê
Îlon 21, 2015 18:06 Asia/Tehran
Firokeyên şêrr ên artêşa Tirkiyê pêgeh û navendên Partiya karkerên Kurdistanê (PKK) li başûrê rojhilata vî welatî da ber êrîşan.
Li gorî rapora Reuters`ê, artêşa Tiriyê roja duşemiyê, 21`ê îlona 2015`an ragiahnd ku firokeyên cengî yên vî welatî êrîşî ser veşargehên PKK`ê li parêzgeha Colemêrgê kirine û 5 şervanên vê partiyê kuştine.Li ser esasa vê raporê, ji ber van êrîşan ambarên çek û ardû û cebilxaneya PKK`ê jî ji nav çûn.
Roja şemiyê jî artêşa Tirikiyê idia kir ku herîkêm 55 hêzên PKK`ê li bakûrê Iraqê hatine kuştin.
Pevçûnên di navbera şervanên Partiya karkerên Kurdistanê, PKK û artêşa Tirkiyê ji du mehan berî niha ku artêşa Tirkiyê pêgehên vê partiyê li bakûrê Iraqê û hinek ji beşên vî welatî dane ber êrîşan, gurr bûne.
PKK`ê piştî destpêkirina êrîşên esmanî yên Tirkiyê, peymana agirbesa sala 2013`an bidawîhatî da zanîn.