Erdogan kurdên Tirkiyê ku çend hezar sal berî tirkan li wir dijîn wek biyanî bi nav kirin
Îlon 21, 2015 18:03 Asia/Tehran
Serokkomarê Tirkiyê ji xelkê Tirkiyê xwest ku li hilbijartinên palemanê ya yekê mijdarê parlemanterên neteweyî û navxweyî bibijêrin.
Li gor ragihandina rojnama Zaman, Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duh li civîna çend hezar kesan ji xelkê ku ser navê civîna li dij terforîzmê kom kiribûn ji xelkê vî welatî xwest bêyî berçav girtina partiyan bona 550 endamên parlemana vî welatî kesên neteweî û navxwe bibijêrin !!! raste wî rasterast negot ku kesên neteweyî û navxwe kî ne, ma heya niha qanûna sereke ya Tirkiyê dihêşt ku xelkê vî welatî ji nav biyaniyan ji xwe re parlemanter bibijêrin ? lê ji her kesî re eşkera ye ku armanca Erdoganê li nijad gorcî, nûnerên partiya HDP bi taybetî yên kurd e. Çawa ku xelkê Tirkiyê hîn ji bîr nkirine ku Erdogan li hilbijartinên heftê hezîranê her boxtanek li HDP'ê girê dida yên wekî piştgiriya wê ji terorîzm û PKK'ê ku belkî ser nekeve, lê wê demê navê biyanî nedabû ser vê partiyê ku niha ew jî lê zêde kiriye.HDP bi serkevtina li hilbijatinên heftê Hezîranê bû astngî ser riya zêdexwazî û serdestxwaziya tam a Erdogan û serkevtina HDP'ê Erdogan pir hêrs kir çûnku li vî halî de êdî wî nedikare sîstema hikûmetê li Tirkiyê biguherîne û sîstema serokatiyê dewsa wê dayîne ta bi saya wê bibe dîktatorê bi hêz li vî welatî de, vêca her karek kir ku hikûmeta hevpeyman pêk neyê belkî bikare li hilbijartina pêşwext AKP'ê ser bêxe û bi saya wê bigihêje mirazê xwe. Li civîna çend hezarî ya ser navê civîna li dij terorîzmê Erdogan ji xelkê dixaze dengê xwe nedin kesên biyanî û neneteweyî. Gelo biyanî û nenetewî kî ne ku xelk dengê xwe didin wan. Ma hedefa Erdogan ji vê gotinê kurd nînin ku çend hezar sal berî tirka li vî erdî de dijîn?
Li xwenîşandan û civîna hanê serokwezîrê tirk Ehmed Davûdoglu jî ji xelkê xwest dengê xwe bidin partiya wî AKP'ê da ku ev partiya dîsa bi tenêtî hikûmetê pêkbîne.
Davûdoglu got: Hûn divê heya yekê mijdarê bi dijwarî bixebitin ku AKP ku nîşana yekitiyê li parlemanê ye cardin serkeve û hikûmetê pêk bîne.