Nijadperestiya AKP û Erdogan, Li gorna miryan jî rehmê nakin
Îlon 20, 2015 20:14 Asia/Tehran
Malpera Xendanê li gorî zanyariyên ku jêderên herêmê û yên kurdî dane nivîsiye ku li navçeya Gimgim ya Mûşê, li goristana kuştiyên PKK'ê ku bi navê goristana Şehîd Ronahî û Şehîd Îsmaîl” tê nasîn dewleta Tirkiyê di 17'ê îlonê de bi balafirên şer bombebaran kirin. Piştî bombebarana ku du rojan berdewam kir leşker û tîmên taybet bi hewldana dagirkirinê goristan serobino kirin û xira kirin.
Ji ber bombebarana li dijî çiyayê Girê Boga yê li çoltera gundên Qulan, Badan, Corsan, Kasimayê ye li hemû qada daristanê hate şewitandin. Daristana li derûdora goristanê bênavber hate bombebaran kirin û piştre jî ji gundên Qulan û Bazkayê yên bi ser Gimgimê bi 19 wesayîtên zirxî ve 3 makîneyên kar hatin û goristan xira kirin.Li qada ku 3 rojan hate bombebarankirin, di roja sêyemîn de piştî ku leşker vekişiyan bi hezaran kes herikîn goristanê û herêma daristanê ya hatiye bombebaran kirin.
Dayika bi navê Cemîle Kiziltaş a ku kurê wê Rahmî Kiziltaş li şerê giran ya sê rojên 15-16-17'ê tebaxê de di êrîşan de ji aliyê polîsan ve jiyana xwe ji dest dabû di nava mala şînê ya hatiye xirakirin de li wêneyê kurê xwe digeriya.
Hikûmeta AKP'ê û serokkomarê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan ji bo ku hestên tirkên nejadperst ber bi aliyê berjiwendiyên xwe bikişînin van rojana gelek karên bê exlaqî û qirêj dike ku mînaka wê xirakirina gorna gerîlayên PKK û rakirina tirkên nejadperest li dij gelê sivîl û bê guneh ê kurd e, çawa ku tirkên hanê vê dawiyê zarekî 11 salî girtibûn û heta ber mirinê lê xistin û paşê jî ala Tirkiyê li pêçandin û wêne jê hilgirtin, an jî hetanî ber mirinê li kurdekî din ku kincên kurdî li xwe kiribû xistin û ew neçar kirin ku piyê heykela Ataturk maç bike.