Îlon 20, 2015 19:20 Asia/Tehran
  • Gerîlayên PKK`ê helîkopterekî şer xistin xwarê û du pîlotên tirk kuştin

Gerîlayên HPG`ê roja 17 îlona 2015'an li çiyayê Tendurekê li herêma Agirî ya bakûrê Kurdistanê helîkoptereke şêr a Kobra ya artêşa Tirkiyê xistine xwarê.

Malpera Xendan li gorî daxuyaniya nivîskî ya HPG ragihand ku, artêşa Tirk li dijî hêzên gerîla li roja 17 îlonê li çiyayê Tendurek li herêma Agirî operasyonek berfereh dabû destpê kirinê û şerekî giran û dijwar di navbera gerîlayan û artêşa Tirk de derketiye.

Li gorî daxuyaniya gerîlayên HPG bi çekên giran bersîva êrişên artêşa Tirk a bi sikorsky û helîkopterên şer dane û helîkoptereke Kobra hatiye derbekirin û li navçeya Arnest a ser bi Muradiyê ew helîkoptera Kobra ketiye xwarê û 2 pîlot wê jî kuştin.