Îlon 20, 2015 18:21 Asia/Tehran
  • Sêzdeh penaxwazên sûrî li peravên Tirkiyê hatin kuştin

parêzvaniya peravî ya Tirkiyê ragiahnd ku qatqa penaberên sûrî ji ber lêketina gemiyeke bazirganiyê ya Tirkiyê di nav avên peravê vî welatî li rojavaya welêt da xeniqî.

Li gorî rapora IRIB News`ê, parêzvaniya peravî ya Tirkiyê roja yekşemiyê tevî ragiahndina vê nûçeyê got: Li vê bûyerê 13 kesan jiyana xwe ji dest da ku gişt penaberên sûrî ne.
parêzvaniya peravbî ya Tirkiyê li ser dewama lêgerîna ji bo peydakirina laşên penaberên windayî pêgirî kir.
Hêjayî gotinê ye ku rêxistina navneteweyiya koçberiyê vê dawiyê ragiahnd ku ji destpêka sala 2015`an heta niha bi giştî 437 hezar û 887 penaber ji riya Deryaya Sipî da derbasîê axa Ewropayê bûne.
Deryaya Sipî riya herî sereke ye ku piraniya penaberan ji bo dûrbûna ji tundûtûjiyên li herêma Rojhilata navîn û Afrîqayê ji riya wê hewil didin xwe bigihînin axa Ewropayê.
Hevdem ligel gurrbûna bêerwlehiya li Rojhilata navîn bi taybet li Sûriyê, lehiya penaberên ku berê xwe didin Ewropayê jî zêde dibe.
Gurrbûna qeyrana koçberiya ber bi Ewropayê di rewşekê da ye ku nakokiya di navbera welatên ewropayî ji bo sekinîna li hemberî vê qeyranê û pêkanîna rêçareyên minasib hema wisan didome.