Êrîşa kesên çekdar li ser navendeke polîs li diyarbekira Tirkiyê
Îlon 20, 2015 17:54 Asia/Tehran
Hejmarek ji kesên çekdar bi bombeyên bidestçêkirî û gulleyan êrîşî ser navenda taybet a polîs li beşa Baxlara Diyarbekirê li başûrê rojhilata Tirkiyê kirin.
Li gorî rapora malpera rojnameya Miliyeta çapa Tirkiyê, hêzên polîs li vê navendê derdem bersiva van kesên çekdar dan.Kesên êrîşker piştî pevçûnan neçar man ku ji ciyê bûyerê dûr bibin.
Li pey vê pevçûnê hejmareke zêde ji hêzên polîsê Diyarbekirê tev erebeyên bizirx bo navenda hêzên taybet li Baxlarê hatin şandin.