Îlon 20, 2015 16:56 Asia/Tehran
  • Tirkiye û mijara awareyên sûrî

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê, Nuiman Kortolmûş hejmara awareyên sûrî di nav axa vî welatî da zêdetir ji du miliyon kesî da zanîn û idia kir ku xerca wan ji bo dewleta Enqerê zêdetir ji heft miliyar û sed û pêncî û heşt miliyon dolar e.

Kortolmûş her wiha idia kir ku Tirkiye bi berçavgirtina wergirina alîkariyên biyanî awareyên sûrî nepejirandine.
Hewildana serok û rayedarên partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji bo nîşandana kiryarên mirovhezane yên Tirkiyê heta wê radeyê çû ku serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Dawûdoxlû li ser rûpela xwe ya Twitter`ê nivîsî ku me hîn renc û kula zarokê sê salî yê kurd ê sûrî, Alanê biçûk ku li bûyera xeniqîna qayqa penaberên sûrî li nêzikî peravên Tirkiyê jiyana xwe ji dest da ji bîr nekiriye û ez û serokkoamrê me ji wê rojê û bi vir da berdewam peywendiyên xwe ligel serokên welatên cîhanê li bara çareseriya mijara penaberan didomînin.
Dawûdoxlû heta got ku cîhanê çavên xwe li ser karesata mirovî li Sûriyê girtiye, lêbelê em anku Tirkiye li ber vê karesatê bêdeng namînin. Kêmtir ji mehekê ji weşandina wêneya diltezîn û bi bandor a Alanê biçûk derbas dibe, lê polîsê Tirkiyê rê li ber hezar û pêncsed koçberên sûrî ku dixwestin ji riya Tirkiyê herin Ewroapyê girt.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê, ev hejmara koçberan di heyama pênc rojan pêxas û peya bi armanca çûyîn anav welatên ewropayî xwe gihandibûn bajarê Edirneya Tirkiyê ku ji aliyê polîsê vî welatî va tûşî astengiya derketinê hatin.
Li gorî vê raporê, koçberan jî li tevgereke numadîn û sembolîk zarokên xwe yên biçûk li hemberê rêzên polîsên tirk bi bîra Alanê biçûk li erdê danîn ta ku bi saya weşandina van wêneyan nerazîtiya xwe bigihînin raya giştî ya cîhanê.
Nuiman Kortolmûş di eynî demê da destnîşan kir ku civata cîhanî divê li bara dabînkirina xercên van penaberan alîakriya Tirkiyê bikin û ev erkeke mirovî ye.
Berpirsekî Yekîtiya Ewropayê jî pêşniyara raberkirina diraveke zêde bo Tirkiyê ji bo xwedankirina van penaberan bi armanca rawestandina meşa van penaberan bo parezemîna kal anku Ewropayê kiriye.
Bêyî berçavgirtina meyl û meraqa dewleta Tirkiyê ji bo wergirtina alîakriyên zêdetir, wer xuya dike ku ev welata bi saya mezinkirina asta karesata penaberên sûrî, hewil dide ku welatên rojavayî razî bike ku bi riya têkbirna serokkoamrê Sûriyê, Beşşar Esed her wiha pêkanîna navçeya navbir qeyrana Sûriyê bi dawî bînin.
Wisan ku li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya Meyadînê, cîgirê wezîrê karên derve yê Sûriyê, Fêysel Miqdad jî gotiye ku Tirkiyê bi xwe qeyrana penaberan ji Ewropayê ra çê kiriye ji ber ku daxwazên wî ji bo pêkanîna navçeya navbir li nav axa Sûriyê nehatin berçavgirtin û ji aliyê din va rayedarên urdinî jî rê li ber vegeriyana awareyên sûrî bo war û diyarê xwe girtin.
Her wiha vê dawiyê wezîrê karên derve yê demkî yê Tirkiyê, Firêydon Sînirlî jî li ser daxwaza vî welatî ji bo pêkanêîna navçeya navbir li Sûriyê pêgirî kir û got ku heta wê demê ku serokkoamrê Sûriyê, Beşşar Esed ji ser desthiolatdariya Sûriyê nere, dê hema wisan sûrî ji ber tevlihevî û renc û kulên li welatê xwe sergerdan bimînin.