Îlon 20, 2015 12:39 Asia/Tehran
  • Amedetiya Tirkiyê bona guhestina penaberên sûrî bo welatên din

serokwezîrê Tirkiyê bona guhestina penaberên sûrî bo welatên din amadetiya xwe ragihand.

Li gorî rapora malpera televîzyona TRT ya Tirkiyê, Ehmed Davûdoglu serokwezîrê Tirkiyê li Twittera xwe bal kişand ser hevdîtina xwe tev nunerê penaberên sûrî û nivîsî: Birayên sûrî dengê xwe gihandine cihanê û divê vegerin jiyana xwe ya normal. Davûdoglu bal kişand ser karesata nuqimbûna qayiqê hilgirê penaberan li nêzîkî devavên Tirkiyê û weşandina wêneya meytê zarokê sê salî yê kurdê sûrî û dengvedana wê bûyerê li cihanê û got :Civaka cihanî li hember pirsgirêkên gelê Sûriyê bêdeng ma.
Ev fukar û qaşo hesta mirovhezane ya serokwezîrê Tirkiyê di halekê de ye ku ev welata bi mudaxila li karûbarên navxweyî yên Sûriyê û piştgiriya ji grûpa terorîstî ya DAIŞê bû sedema pêkhatian şerê navxweyî û aloziya li vî welatî û her wiha koçberiya sûriyan.