Îlon 18, 2015 14:35 Asia/Tehran
  • Gelo bi neletê biratî çêdibe?

Li ser banga gelek sendîke û saziyên sivîl bi hezaran kes alaya tirk hildan û bi hinceta ‘ji terorê re nelet' û 'Ji biratiyê Erê'' meşek li dar xistin. Ajansa Spunîkê analîzek ser vê xwenîşandanê ji zarê Yusuf Onal weşandiye ku em jî wê ji we re pêşkêşî dikin.

Meşa hanê li Enqerê de niha ji hêla gelek sazî, partî û rêxistînên kurdan ve bi awayekî ‘gelo biratiya bi nelet çawa dibe?' tê nirxandin.
Bi qasî ku tê zanîn di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de du bangewaziyên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Qada Newrozê ya Amedê hatin xwendin. PKKê bersiv da vê bangewaziyê û ewil agirbest îlan kir û paşê jî gelek hêzên xwe kişandin derveyî sînorê Tirkiyê.
Piştî vê biryarê dewleta tirk li Licê û Geverê bi ser gelê ku çêkirina ‘çeperên şer' protesto dike gule barand, çend kes kuştin û gelek kes jî birîndar kirin. Li ser van bûyeran PKKê daxuyanî da û paşvekişandana hêzên xwe da sekinandin.
Li ser vê biryara PKKê 3 hilbijartin derbas bûn. Ewil li Serêkaniyê, Kobanê û Şengalê pişt re jî li Cizîrê, Gimgimê Sîlopiyê gelê kurd rasterast rastî qetlîaman hat; bi sedan keç, ciwan û zarokên kurd jiyanên xwe ji dest dan.
Ji hêla din ve di pêvajoya hilbajartinên 7ê Hezîranê de bi ser sedan buroyên HDPê de êriş hatin kirin, li Mêrsîn, Edene û Amedê bombe hatin teqandin û di encama êrişa li Erziromê de gelek welatiyên kurd hatin kuştin.
Di pêvajoya dawî de jî piştî teqîna li Pirsûsê PKKê jî dev ji agirbestê berda û şer dest pê kir.
Piştî şerê li Oremar û Îdirê li rojavayê Tirkiyayê bi ser mal, kargeh, sazî û partiyên kurdan de bi sedan êriş hatin kirin, hin welatiyan jiyanên xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Heta niha medyaya tirk an jî partî û saziyên tirk ji raya giştî re derbarê van bûyeran de tu tiştek parve nekiriye û di ser de jî bi gotin û pratîkên wekî meşa dawî ku li Enqereyê tê lidarxistin li dijî kurdan dijmintiyê zêde dikin.
Tê zanîn ku bi sedema van bûyeran dijminahiya li hemberi kurdan zêdetir dibin.