Xwenîşandana li Tirkiyê bi nîşana şermezarkirina têrorîsmê
Îlon 18, 2015 13:40 Asia/Tehran
Bi hezaran kes ji xelkê Tirkiyê li dijî têrorîsmê xwenîşandan bi rê xistin.
Beşdarên li vê xwenîşandanê ku li ser vexwendina serokê yekîtiya odeyên bazirganî û borsa Tirkiyê li meydaneke sereke ya Enqerê kom bûbûn, dirûşma ``Têror na, biratî erê`` bilind kirin û bêzarî û nefreta xwe ji têrorîsmê diyar kirin.Ji du mehan berî niha ku bûyerê têrorîstî bi taybet bûyera têrorîstî ya li bajarê Sirûça başûrê Tirkiyê - ku ji ber vê êrîşê 30 çalakên alîgirê kurdan hatin kuştin û zêdetir ji sed kesî birîndar bûn - pevçûnên çekdarî di navbera şervanên Partiya karkerên Kurdistanê û hêzên artêşa Tirkiyê gurr bûne û di vê navberê da zêdetir ji 131 kes ji hêzên tirk hatine kuştin.
Vê yekê pêleke nigeranî û tevliheviyê li ser gelê Tirkiyê sepandiye heta wê radeyê ku xwenîşandan vê dawiyê li Tirkiyê nîşana nigeraniyên ewlehiyê li raya giştî ya Tirkiyê ye.
Helbet ku dewleta Tirkiyê ji partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bi serokatiya Dawûdoxlû û Erdoxan dê hewil bide ku vê xwenîşandanê wek destûr û mehneyek ji bo dewma şerê li dijî PKK`ê bi kar bîne, lê pirsa herî sereke ev e ku piraniya xelkê Tirkiyê vê yekê dipirsin ku ferq û cudatiya di navbera tevgerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û çeteyên koma têrorîstî ya DAIŞ`ê ji aliyekî va û piştgiriya hêzên tirk ji hinek ji komên çete û têrorîst ku li dijî dewleta Şamê di nav şêrr da ne, çî ye?
gaweşe em bi saya berçavgirtina vê parvekirinê bikarin ku têbigihêjin ku çima xwenîşanderan li Tirkiyê gişt form û teşeyên têrorîsmê şermezar kirine.
Ya rast ev xwenîşandana cûrek xistin aber pirs û nîqaşê ya vê cûre parvekirina dewleta Enqerê ya têrorîsmê wek têrorîsma baş û têrorîsma kotî anku nebaş, tê hesêb. Tevî ku di heyama mehên dawî da dewra teze ya tundî û zêdegaviyên neteweperest û nijadperestên tirk ên zêdexwaz û tund li dijî kurdên dijber jî ji aliyê gel va hatiye şermezar kirin.
Wisan ku kiryara hêzxurtên cîhanê di warê bêdengiya wan li hemberî komeke têrorîstî û şerê wan li dijî komeke din a têrorîstî jî tiştekî şermezarkirî û pîs e.
Bi wateyeke berfirehtir û gelemperîtir em dikarin têrorîsmê bi wateya tundiya ligel vîn û engîzeya siyasî ya ji pêş kivşkirî li dijî armancên sivîl bizanin ku hinek kom yan hokar ji bo bandora li ser xelkê wî karî pêk tînin û di rastî da em dikarin têrorîsmê wek behrewergirtina neqanûnî yan gefa tundiyê bi armanca bidestanîna armancên siyasî yan civakî bidin zanîn ku li dijî kes yan sermayeyan tê bikaranîn. Di encamê da bi saya gefxwarina li dijî dewletan yan kesan, reftar û şêwaza û helwêsta siyasî ya wan tê guhertin.
Ji vê hêlê va em dikarin xwenîşandana vê dawiyê ya geklê Tirkiyê li dijî têrorîsmê wek cûrek dijberiya ligel pêla tepeserkirin û gefxwarina li dijî kes û kesayetiyên bizanin ku li gorî nêrîna dewleta Enqerê girêdayî bi Cemaeta Gulen in û heta seratir ji wê yekê tepeserkirin û tundiya dewletê li dijî xwenîşandana gelanî li Tirkiyê ku ligorî bawera raya giştî ya Tirkiyê her kes bi cûrekê dikeve ber parvekirinan û teşeyên cûrbicûr ên têrorê.
Gelê Tirkiyê bi saya birêxistina vê xwenîşandanê di eynî demê da hewil didin ku berovajî pevçûn û tundiyên vê dawiyê li welatê xwe, nîşan bidin ku berovajî dewleta Tirkiyê, ewn abi xwe aştîxwaz in û li ser vê xala kevn li siyaseta derveyiya welatê xwe anku Aştiya li mal û Aştiya li cîhanê disekinin.