Îlon 18, 2015 13:33 Asia/Tehran
  • Karayilan: 'Erdogan ji bo 400 parlamenterî şer derxist'

Endamê Konseya Rêveber a PKKê Murad Karayilan ji bo hemû derdorên ku bang dikin û dixwazin şer bisekine wiha got: 'Ev şer ji aliyê Erdogan ve hat destpêkirin. Erdogan ji bo 400 parlamenterî wergire, vî şerî dimeşîne.'

Murat Karayilan, li hevpeyvîna xwe bi ajansa nûçeyan ya ANF ser mijarên di rojevê de axivî. Karayilan der barê îdîayên rayedarên dewletê yên dibêjin, 'PKK'ê pêvajoya çareseriyê bi kar anî û çek li herêmê bi cih kirin' derew da zanînê û got: Tiştekî bi vî rengî nîn e. Em heta dawiyê bi awayekî samîmî nêzî Pêvajoya Çareseriyê bûn. Lêbelê me bersiva wê nedît. Li dewamê de Karayilan got ku eger ji aliyê Evdillah Ocalan (serokê PKK li hewsa Îmraliyê) ve di destpêka sala 2013'an de Pêvajoya Çareseriyê nehatibûya destpêkirin, şerê mezin wê hingî dê dest pê bikira, ji aliyê me ve hemû amadekarî qediyabûn.
Endamê Konseya Rêveber a PKKê desnîşan kir ku hikûmeta AKPê û rayedarên dewletê bi israr, rastiyên li bara herêmên kurdî li Tirkiyê ji raya giştî re vedişêrin, li vê çarçovê de ew balê dikişîne ser şerê Oremarê wek mînakeke veşartina rasiyan û dibêje: Bûyer û şerê Oremarê di çapemeniyê de weke kemîn an jî ``xefika bi xayintî' hat nîşandan. Hal ew e ku li wê derê 5 rojan şerekî dijwar û giran qewimî. Lêbelê, ji ber ku rastî ji raya giştî hat veşartin, mîna ku tenê teqînekê rû daye, hat nîşandan.
Karayilan ji bo derdorên ku dixwazin vî şerî bisekinînin jî wiha axivî: 'Yê ev şer da destpêkirin Erdogan e. Rast; hin derdorên nava dewletê yên xwedî meyla înkar û tunekirinê jî tevî vê tifaqê bûn, lêbelê ji aliyê esasî ve Erdogan vî şerî ji bo 400 parlamenterî dimeşîne. Dema dît ku di nava şert û mercên asayî de nikare bi dest bixe, dixwaze bi şer re hemû hevsengiyan ser û bin bike û di hilbijartinên 1ê Mijdarê de bi ser bikeve. Lewma pêwîst e israr were kirin ku desthilatdarî vê helwesta xwe biguherîne. Ji ber vê yekê pêwist e civaka Tirkiyê û hêzên alîgirê aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind bikin û hîn bêhtir nerazîbûnê nîşanî êrîşkariya AKPê bidin.