Xwenîşandanali dij terorîzmê li Tirkiyê
Îlon 18, 2015 11:06 Asia/Tehran
Hezaran kes ji xelkê Enqerê, paytexta Tirkiyê li dij terorîzmê xwenîşandan bi rê xistin û ew şermezar kirin.
Li gor rapora IRIB newsê piştî zêdebûna kiryarên terorîstî li van du mehên dawiyê li Tirkiyê, hezaran kes ji xelkê vî welatî ser daxwaziya Yekitiyên Odeyan û Bursên Tirkiyê duh berêvarê li meydaneke paytexta Tirkiyê xwenîşandan bi rê xistin û bêzarî û nefreta xwe ji terorîzmê dan diyar kirin.Beşdarên vê xwenîşandanê sloganên ''Na ji terorê, Erê ji Biratiyê'' avêtin. Wan ji bo ku nîşan bidin li tu gurûp û desteyeke siyasî ve girêdayî nînin bi tenê alên Tirkiyê rakiribûn.
Hikûmeta Tirkiyê PKK wekî grûpeke terorîstî dide nasandinê ji aliyê din ve kurd û PKK'ê jî kar û kiryarên ku hikûmet û hêzên wê li dij gelê kurd dike tam terorîstî dizanin û dibêjin ku eva hikûmeta Enqerê ye ku terorîzma hikûmetî dimeşîne. Li şer û pevçûnên navbera hikûmeta Tirkiyê û hêzên PKK gelek kesên sivîl yên wek jin û zarok jî hatine kuştin ku piraniya wan bi destê hikûmeta Enqerê bûne, ji vya zêde jî eva ye ku Tirkiyê li pratîkê de nîşan daye ku piştgirekîesereke ya grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê ye.