Îlon 17, 2015 17:33 Asia/Tehran
  • Dew û dozên Erdogan li bara hilbijartinên pêşwextê

Serokkomarê Tirkiyê hilbijartinên pêşwextê yên parlemanê bersiva herî baş ji bo şidet û terorîzmê li vî welatî de da zanîn.

Malpera rojnama Zaman ya Tirkiyê nivîsiye ku serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan got: Gelê Tirkiyê li rewşeke demokratîk û li çarçova qanûna bingehîn bi beşdariya xwe li hilbijartinên pêşwextê yên parlemanê li yekê Mijdarê bersiva şidetên vê dawiyê didin.
Erdogan li dewama gotinên xwe de li bara muzakireyên aştiyê ji bo çareseriya mesela kurdên Tirkiyê got: Ev muzakireyana vê demê hatine rawestandin û guhertinên pêşerojê qeder û çarenivîsa wê zelalm û diyar dike.
Serokkomarê Tirkiyê li berdewamiya axivtina xwe de HDP tawanbar kir û îdia kir ku muzzakireyên aşitiyê ji aliyê partiya ku niha li parlemanê de ye û PKK jê piştgiriyê dike rastî bê encamî û şikestê hat.
Erdogan li rewşekê de gotineke wiha tîne ser zarên xwe ku serfermana wî balafirên artêşa Tirkiyê êrişî ser çeper û pêgehên PKK'ê li bakûra Iraqê kirin û agirbesta du salî ji nav birin ku piştre jî muzakire hatin rawestandin.
Muzakireyên aşitiyê di navbera hikûmeta Tirkiyê û kurdan bi taybetî PKK ji Kanûna 2012 'an despê kirin û li Tîrmeha 2015 hatin rawestandinê çûnku li vê mehê de di encama teqîna terorîstî ya DAIŞ'ê zêde ji 30 kurdên sivîl hatin kuştin û zêde ji 100 kes jî birîndar bûn, piştî vê teqînê balafirên artêşa Tirkiyê êrişî ser çeper û pêgehên PKK'ê li bakûra Iraqê kirin û bi vî awayî agirbest ji navçû û muzakire jî hatin rawestandin.