Îlon 17, 2015 17:32 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Duyemîn a PKK'ê li bara agirbestê: 'Em amade ne û divê tecrîd li ser Ocelan rabe'

KCKê diyar kir ku bangên agirbesta dualî û vegera ber bi muzakereyên piralî bi qîmet û watedar dibînin û got: ‘Em careke din destnîşan dikin ku li ser vî esasî ji agirbestekê re amade ne.'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê, diyar kir ku hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê, komên siyasî yên Yekîtiya Ewropayê û Parlemana Ewropayê û gelek derdoran bang li wan kiriye ku agirbesteke dualî îlan bikin û vegerin ser maseya muzakereyan.
KCKê ji aliyê xwe ve got: ‘Em van hewldanan bi qîmet û watedar dibînin û destnîşan dikin ku li ser vî esasî em ji agirbesteke bi hakem re amade ne. Em careke din ji raya giştî re radigihînin ku ji bo çareseriya siyasî û aştiya mayînde em destekê didin têkoşîn û hewldanên gelên me, hêzên demokrasiyê û derdorên aştîxwaz.'
KCKê di daxuyaniya xwe de got ku divê tevahiya raya giştî bizanibe ku, bi salan e dewleta tirk bi tevgera wan û rêberê wan Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîne. Her çiqas dewleta tirk û hukimeta AKPê ev hevdîtin ji bo mijûlkirina welatên rojevê û qezenckirina demê bi kar anî bin jî, tevger û rêberê wan ji bo civakê û dewleta tirk beralî çareseriyê bike û gavan bi AKPê bide avêtin bi sebir tehemul kiriye.
Herwiha di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî weşandina Mutabeqata Dolmabahçeyê çapemeniya hukimetê jî di nav de, di hemû çapemenî û raya giştî de hêviya ku Pirsgirêka Kurd li ser esasê demokratîkbûna Tirkiyê dê çareser bibe belav bû. Di carekê de Tirkiye gihişt rehetiyêkê. Lê paşê di demeke kurt de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ev mutabeqet piştrast nekir û bendên vê mutabeqetê red kirin. Bi vê daxuyaniya serokomarî re pêvajoya çareseriyê hilweşiya, dîsa pirsgirêka kurd hate înkarkirin, heyeta şopandinê nehate pejirandin û hêviya gelan hate bombekirin û xitimandin.
Li gorî daxuyaniyê, li hemberî Rêberê PKKê polîtîkaya rehîngirtine tê meşandin û aliyê dewletê biryar girtiye ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bipelçiqîne û tasfiye bike.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku KCKê Abdullah Ocalan wekî sermuzakerevan îlan kiriye û divê di şertên azad de muzakereyan pêk bîne; divê bikaribe bi tevgera xwe re, bi derdorên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr û nivîskaran re hevdîtinan pêk bîne. Li tevahiya cîhanê, ji bo çareseriya mijaran pêwîstî bi heyetên bêalî û çavdêrên şopîner heye. Jixwe banga Ewropayê jî li ser vî esasî tê ragihandin û dixwaze bibe navbeynkar.