Îlon 16, 2015 21:19 Asia/Tehran
  • Demîrtaş dîsa Erdogan sebebkarê nearamî û bûyerên niha li Tirkiyê da nasandin

Hevserokê Partiya Demokratîka Gelan li Tirkiyê (HDP) cardin serokkomarê vî welatî sebebkarê pîjkirina gelê tirk li dij HDP'ê û sebebkarê bûyerên terorîstî yên van du mehên dawiyê li Tirkiyê da nasandinê.

Li gor ragihandina televîziyona El-Exbariye ya Sûriyê, hevserokê Partiya Demokratîka Gelan li Tirkiyê, Selahedîn Demîrtaş got: Wê rojek were ku serokkomar Receb Teyib Erdogan bi hegera cinayetên li dij netewaTirkiyê û kurdan were mehkeme kirin.
Demîrtaş got: Hesabên ku Erdogan ji bo bidestxistina piraniya dengên tam ji bo pêkanîna hikûmetê bi tenêtî û guhertina qanûna bingehîn vekiribû gişt pûç derketin, çawa ku hesabên wî li bara Sûriyê û navçê şaş bûn.
Demîrtaş her wiha got ku partiya wî ya HDP bi gişt hêza xwe ve li ber hesab û polîtîk û komployên Erdogan disekine û ji bo aştî û biratiyê di navbera tirk û kurdan çi ji dest were dike û xebatên xwe yên siyasî û dîplomatîk berdewam dike.