Li Colemêrgê teqînek mezin, du polîs hatin kuştin
Îlon 16, 2015 21:06 Asia/Tehran
Li gor nûçeyek Malpera durus24 ya Turkî, îro berêvarê otombêleke polîsan li ser riya di navbera bajarên Wan - Colemêrg ya Kurdistana Tirkiyê li nêzîkî Pira Gençlik teqînek bi hêz û mezin rû da ku di encam de 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan û 2 polîsên din jî birîndar bûne ku birîna yekî ji wan xedar e.
Piştî teqînê otombêlê ambulans hatin cihê teqînê û hêzên ewlekariyê jî tedbîrên tund li nêzîkî Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê girtin ber û polîsên birîndar veguhastin nexweşxaneyê.