Orhan Pamûk: 'HDP aştiyê dixwaze, divê hukumet jî bixwaze'
Îlon 16, 2015 20:56 Asia/Tehran
Xelatgirê Nobelê nivîskarê bi navûdeng yê Tirkiyê Orhan Pamûk di gotûbêjeke xwe ya di rojnameyekê de got: 'HDP tîne ziman ku aştiyê dixwaze, Bila hukimet jî aştiyê bixwaze.
Ajansa Sputnîkê li malpera xwe de nivîsiye xelatgirê Nobelê nivîskar Orhan Pamûk di gotûbêjeke xwe ya di rojnameyekê de got: 'HDP tîne ziman ku aştiyê dixwaze, lazim e ku hukimet jî aştiyê bixwaze.'Vî nivîskar bi navûdeng yê Tirkiyê gotina xwe wiha domand:'Ez hêvî dikim ku beriya hilbijartinê lihevhatinek pêk were. Ez di vê mijarê de mixabin reşbîn im. Ev pêvajoya şer û pêvçûnê eger berdewam bike, ev ji me hemûyan re zirar e.
Ji bo aştiyê ne lazim e ku li hêviya hilbijartinê bisekinin. Hêj du meh hene. Ev ji bo me hemûyan talukeyeke mezin e. Pir lazim e di demeke pir kurt de aştî were. HDP vî tiştî tîne ziman. Lazim e hukimet jî heman tiştî bîne ziman. Divê hukimet dest ji baweriya "şer rayên min zêde dike" berde.
Orhan Pamûk li rewşekê de van gotinan tîne ziman ku AKP û Erdogan li ser polîtîka şêr israr dikin û wer xuya dike ku berdewamiya şêr ser xêr û kara partiya xwe dizanin, ev li halekê ye ku şer û pevçûn ne li gor xêr û kara gelên Tirkiyê ye.