"Qendîl di plana me de nebû!
Îlon 16, 2015 20:42 Asia/Tehran
Hevseroka HDP Fîgen Yuksekdag ragihand ku şert û mercên çûyîna Qendîlê tinebûye, li ser esasê muxatabiya siyasî de şertên hevdîtinê tine ye. Ji ber vê yekê jî Qendîl di plana me de nebû.
Li gor nivîsîna malpera Xendan, heyeta HDP, HDK, KCD û DBP'ê, piştî hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistana Iraqê civîneke çapemeniyê lidar xist. Li ser navê heyetê, Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag axivî û destnîşan kir ku AKP û Erdogan di polîtîka şer de israr dikin.Derbarê nûçeya çûna heyetê ya Qendîlê jî Yuksekdag got: "Em neçûn Qendîlê. Şert û mercên çûyîna Qendîlê tinebû. Îro cihê ku hûn dibêjin Qendîl bê navber tê bombebaran kirin. Li ser esasê muxatabiya siyasî de şertên hevdîtinê tineye. Ji ber vê yekê jî ji bo çûyîna Qendîlê me plansaziyek çênekir."
Li ser pirsa çima hatûçûna heyetan a li Qendîlê qût bû? Yuksekdag got: "Belê heyeta HDP'ê naçe Qendîlê ji ber ku desthilatdariya siyasî biryara şer da û hemû pire û têkilî xera kir."
Yuksekdag got: "Êdî pêdivî bi îradeyek e ku hemû muxataban bigire nava xwe û şer ji holê rake heye. divê misogeriya bêdengkirina çekan bê dayîn."
Fîgen Yuksekdag her wiha got: "Divê veger li riya diyalogê be û divê helwesta KCK'ê ya alîgirê çareseriyê ye, baş were nirxandin."