Ewrûpa bi kurdên Tirkiyê ra dilîze
Îlon 16, 2015 19:38 Asia/Tehran
Piştî gurrbûna operasiyonên Tirkiyê li Iraq û Sûriyê û serkutkirina kurdan, fraksiyonên cûr bi cûr li parlimana konseya Ewrûpayê bi daxuyaniyekê xwest ku pêvajoya aştiyê û çareserkirina pirsa kurd dîsan dest pê bike.
Di vê daxuyaniyê da, ser negîraniya sa destpêbûna tundiyan li Tirkiyê pêgirî bûye û ji giştan xwestine ku pêvajoya aştiyê dîsan dest pê bikin. Kesên ku ev daxuyanî wajo kirine êrişên ser polîs, leşger û sîvîlan li Tirkiyê bi tundî şermezar kirine û ji PKKê û artêşa Tirkiyê xwestine şêrr kuta bikin. Di du mehên borî da, helwesta Tirkiyê hemberî kurdan û DAIŞê guheriye û siyaseta çekdarî daye pêşiya xwe. Elbete, guherîna helwesta Tirkiyê hemberî DAIŞê taktîk e sa ku karên xwe li Iraq û Sûriyê rewa nîşan bide. Tirkiye sa grûpa tekfîrî û terorîstî ya DAIŞê riyeka ewle ye ku bikaribe bikeve nava axa Sûriyê û Tirkiye hîn jî israr dike ku armanca wê çûyîna Esed ji desthilatê ye. Rexneyên ji Erdoxan bûn sebeb ku Tirkiye riya xwe bi awayekî taktîkî guherand loma jî xwe wekî dijbera DAIŞê nîşan dide. Rexnegirên dewleta Tirkiyê dibêjin ku DAIŞ jî bû biyano sa ku Tirkiye li kurdan jî bide.Asta êrişên Tirkiye ser PKKê û DAIŞê qet li hev naxwe û eşkere ye ku Tirkiye naxwzae li DAIŞê bide.Li Ewrûpayê kurd li nava tevgerên siyasî bi taybet partiyên kesk û sosyalîst da xwedan bandor in û di van du mehên dawîn ku Tirkiyê siyaseta xwe hemberî kurdan guheriye û riya leşgerî daye pêşiya xwe, kurd jî li Ewrûpayê çalak bûne sa ku dezgehên ewrûpî hemberî Tirkiyê bertekan nîşan bidin. Konseya Ewrûpayê ku zêdetir dezgeheka mafên mirov e û Tirkiye jî endama wê ye yek ji wan dezgehan e ku kurd hewl didin ew ser Tirkiyê zextê bîne ku siyaseta xwe hemberî kurdan baş bike. Eger Rojhilata Navînê di rewşeka cuda da bibûya, partiyên siyasî yên ewrûpayê yê rexneyên din ji Tirkiyê bikiribana. Ev rexne dikarin ser endambûna Tirkiyê li Yekîtiya Ewrûpayê hîkariyê bikin. Dewlet, siyasetmedar û dezgehên wekî Konseya Ewrûpayê tevî ku kurd çalak in lê hemberî Tirkiyê cidî nînin. Daxuyaniya çend fraksiyonan vê mihafizekariya YE nîşan dide. Ewrûpayê kurd wekî amûr bi kar anîne û bo zexta ser Tirkiyê dane pêş loma jî serkutkirina niha ya kurdan rastî bertekên wan nayê.