Îlon 16, 2015 17:58 Asia/Tehran
  • Teqîn li enbara cebilxaneyekê li Tirkiyê

Li parêzgeha Diyarbekirê li enbareka cebilxaneya polês da teqînek pêk hat.

Li gorî ajansa Fars Newsê, gavekê beriya niha medyayaên Tirkiyê ragihandin ku li Diyarbekirê li başûrê Tirkiyê teqînek pêk hat. Ev teqîn li enbara çek û cebilxaneyan da bûye ku agirê wê gurr bû û hêzên arîkar bo damirandina êgir şandin wir.
Hêzên agirkujiyê û bi qasî 100 ambûlans çûn şûna bûyerê. Ev enbar a daîreya operasiyonên taybet a polîsê Diyarbekirê ye.