Baydemir ji Meclisa Tirkiyê xwest ku bûyerên Cizîrê lêkolîn bike
Îlon 16, 2015 16:35 Asia/Tehran
Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir, ji bo lêkolînkirina sedema kuştinên sivîlan a li Cizîrê, pêşnûmeya lêkolînê pêşkêşî Meclisa Tirkiyê kir.
Baydemir di pêşnûmeya xwe de wiha ragihand: 'Ji 4'ê Îlonê heta 12ê vê mehê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê derketina derveyî malan li gel hatibû qedexekirin. Bi vê mihaneyê parlamenterên HDP'ê û nûnerên rêxistinên mafên mirovan ên li bajêr ji raya giştî re ragihandibûn ku hiqûq bi awayekî cidî hatiye binpêkirin û di encamê de sivîlan jiyanên xwe ji dest dane.Li gorî ragihandina ajansa Sputnîkê, Baydemir ragihand ku tevî zarokên pêçekan û kal û pîran 22 kesan jiyanên xwe ji dest dane û da zanîn ku heyeta ji 2 wezîr, parlamenterên HDPê û Heyeta Şopandinê ya Komeleya Mafên Mirovan pêkhatî ji ber astengiya hêzên dewletê nikaribûne bikevin nava bajêr.
Baydemir diyar kir ku tam 9 rojan li derveyî pîvanên dewleta hiqûqê qedexeyê dewam kiriye û ji ber vê qedexeyê welatiyan nekaribûne pêwîstiyên xwe yên bingehîn ên rojane peyda bikin û destnîşan kir ku nîşangiran jî li nava bajêr yek bi yek mirov qetil kirine.
Baydemir ji Meclisê xwest ku naveroka bûyerên ku li Cizîrê qewimîne ji raya giştî re were parvekirin. Lewre jî, ji bo eşkerekirin û tesbîtkirina van bûyeran divê komîsyona lêkolînê ya meclisê bê avakirin û li navçeyê lêkolînan bike.
Li barar rewşa bajarê Cizîrê parlamentera HDPê yê bajarê Mêrdînê Enîse Guneylî jî ku pênc rojan li wî bajarî bûye û bi çavên xwe bûyerên wir dîtine du rojan berî niha di daxuyaniya xwe de li Sputnîkê de bal kişand ser bûyerên tal li Cizîrê û gotibû: ''Min bi çavên xwe li Cizîr dît ku li Cizîrê tenê qedexeya derketina ji malan tune bû kesên ku serê xwe ji şibakan (pencereyan) derdixistin rastî êrişa nîşangirên ku piraniya wan li minareyên mizgevtan cih girtibûn dihatin û dihatin kuştin. Li vê barê de wê balkişandiye ser kuştina jinekê û zara wê ya bersîng ku dema xwesûwa wê diçe alîkariya wan ew jî dikeve ber gulla nîşangiran û tê kuştin. Enîse Guneylî her wiha gotibû: ''Dewleta Tirkiyeyê 10 rojan agir barand ser Cizîrê, gelek kes nikarîbûn pêwistiyên xwe yên însanî jî bikarbînin, bi kurtayî jiyan li Cizîrê qedexe kir.''