Îlon 16, 2015 13:37 Asia/Tehran
  • Hevdîtina taximek ji siyasetmedarên kurd tev rêberên PKK

Hevçaxî dewama aloziyan li nav Tirkiyê birek ji siyasetmedarên kurd bona hevdîtina tev rêberên PKK seredana bakûra Iraqê kirine.

Li gor rapora Zeman , taximekî 8 kesî ji siyasetmedarên kurd yên Tirkiyê ku endamên partiyên wekî partiya demokratîka gelan, Kongera civakên demokratîk, partiya navçên demokratîk û kongera demokratîka gelanin roja şemiyê seredana çiyayê Qendîlê li bakûra Iraqê kirine ta ku tev rêberên PKK biaxivin.
hatiye ragihandin ku ev taxima duh sêşemê ziviriye Tirkiyê.
Hatiye ragihandin ku li hevdîtina vê taximê tev rêberên PKK du aliyan li ser rewşa siyasî ya nav Tirkiyê, şer û pevçûnên dinavbera PKK û artêşa Tirkiyê û hilbijartina berwext ya yekê Novambrê bi hevra gotûbêj kirin.
Piştî vê hevdîtinê Mustefa Karasû ji endamên derecebilinde yeketiya civakên Kurdistanê ji amadebûna PKK bona gotûbêja tev dewleta Enqerê bi çavdêriya çavdêran bona girêdana agirbesê û peydakirina rêçareyekî dîplomatîk ji bo çareserkirina mesela kurdên Tirkiyê xeber da.
Pirosa aşitiya dinavbera PKK û artêşa Tirkiyê ku gor agirbesa Desambra 20012 hate domandin piştî teqînên Joyiya sala 2015 li bajarê Sûroçê hate rawestandin û eva mudeheke ku şer û pevçûnên dinavbera artêşa Tirkiyê û PKK berdewame.