Îlon 16, 2015 13:26 Asia/Tehran
  • 6 endamên PKK hatine kuştin

Bingehên nûçan yên Tirkiyê ragihandin ku artêşa vî welatî li parêzgeha Sêrtê 6 endamên PKK kuştin

Li gor rapora TV'ya Tirkiy TRT, Ji ber şer û pevçûna dinavbera artêşa vî welatî û PKK li derûdora navendekî eskerî li nîzikiya pişka Ure ya parêzgeha Sêrtê 6 endamên PKK hatine kuştin.
Artêşa Tirkiyê ragihandiye ev operasiyona duh êvarî li Sêrtê bi piştevaniya têpa sisyan ya Komanduyên Sêrtê û piştevaniya hilîkoptirên şerî cih hatiye.
Gor nûçeyekî din ji zarê medyayên Tirkiyê , li şerekî din dinavbera hêzên artêşa vî welatî û endamên PKK li derûdora gundê Duqanca ji pişka Perwarî ya Sêrtê jî 3 endamên PKK hatine kuştin.
Pirosa aşitiya dinavbera PKK û artêşa Tirkiyê ku gor agirbesa Desambra 20012 hate domandin piştî teqînên Joyiya sala 2015 li bajarê Sûroçê hate rawestandin û eva mudeheke ku şer û pevçûnên dinavbera artêşa Tirkiyê û PKK berdewame.