Îlon 16, 2015 11:49 Asia/Tehran
  • 15 koçberên din jî di nav avê da xeniqîn

Li qiraxa behra Ege ya Tirkiyê, qayîqekî din a koçberan di nav avê da niqum bû û 15 penaberên din jî xeniqîn.

Li gor rapora Kurdpress`ê , medyaya Tirkiyê duh sêşemê ragihandin ku li navçeya Datça ya bajarê Mûgla yê vî welatî û li nav derya Ege de, qayîqa koçberên ku dixwestin derbasî Yûnanistanê bibin, ket binê avê û 15 kes xeniqîn ku 4 ji wan jî zarok bûn.
Medyayên Tirkiyê herwisa ragihandine ku heta niha 50 koçber jî wenda ne û xebata lêgerînê her çend didome, lê hîn jî çarenivîsa wan nediyare.
Her wiha hat ragihandin ku li heman deverê de qayîqeke din jî ketiye binê avê û di wê bûyerê de jî 2 koçberên Sûriyê xeniqîn.