Berteka Enqerê li hember kuştina sê eskerên tirk ji aliyê DAIŞê
Îlon 03, 2015 10:54 Asia/Tehran
Piştî kuştina 3 eskerên tirk ji aliyê endamên DAIŞê ve li navçeyên sînorî yên Sûriyê û Tirkiyê li derdora bakurê Helebê, artêşa Tirkiyê gef xwar ku wê gundên sûrî yên nêzîkî sînorê Tirkiyê bombebaran bike.
Li gorî rapora malpera Al-Alamê, duh piştîpevçûna navbera endamên DAIŞê û eskerên Tirkiyê, 3 esker hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn û trimbêleke gerê ya artêşa Tirkiyê ket ber êrişê.Piştî vê buyerê artêşa Tirkiyê desxwede hin tankên xwe şandine ser sînorê Sûriyê û gundên Bexîdîn û Qere Mezreê dan ber gullên hawanê.
Li vî halî ji sibeya roja çarşemê balefirên hevalbendiya li dijî DAIŞê êrişên xwe ser çeperên vê grûpê li gundên derdora bakurê Helebê li bakurê Sûriyê zêde kirin.