Îlon 02, 2015 19:39 Asia/Tehran
  • Kiliçdaroglu: PKK'ê xizmeta armancên Erdoxan dike

Kiryarên PKK'ê li rastiyê xizm,eta bo armancên Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê ne. Gumana viya ku PKK'ê saziyeke serbixwe ye, şaşitiyeke mezin e.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress'ê û ji zarê rojnama Zaman çapa Tirkiyê, Kemal kiliçdaroglu serokê Partiya Komaraxwaz a Gela (CHP) li nirxandina pevçûnên vê dawiyê di navbera artêşa Tirkiyê û PKK'ê da got: PKK'ê careka din operasyonên xwe li nav Tirkiyê destpê kirine. Kiryarên PKK'ê li rastiyê xizm,eta bo armancên Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê ne. Ev mijara gellekî aşkera û zelal e û her kes vê yekê dizane.Çi qewimî ku careka din pevçûn destpê bûn? Tirkiye çima roja piştî 8 Hezîranê ket vê rewşê? Ji ber ku hizara ku li meydanê heye eva ye ku gelê Tirkiyê diviya debngê xwe bida AKP'ê ta ku vê partiyê bi tena serê xwe iqtidar bigirta destê xwe. Niha ku ge dengê xwe nedayê û vê partiyê iqtidar ji dest daye, şer, pevçûn û kuştin yê bi rê bikeve. Gumana viya ku PKK'ê saziyeke serbixwe ye, şaşitiyeke mezin e. Rewşa niha ya Tirkiyê hasila timakariya AKP'ê bo iqtidar û serdetiya tam li welêt e. Bê ser û berî û rewşa giran a aboriyê encama yekalîtiyên hikûmeta Tirkiyê ye.
Wî li dewama xeberdana xwe bal kişande ser viya ku heke Receb teyîb Erdoxan di rojên mayî ji derfeta 45 rojî bo pêkanîna hikûmeta hevalbendiyê berpirsî bida min, min ê hikûmeta hevalbendiyê pêk bîna û got: Min dikarî Dewlet baxçelî serokê MHP'ê razî bikira. me bi wî ra tu civîneke taybet pêk neanî. Şansê me ji bo avakirina hikûmeta hevalbendiyê zef zêde bû.
Di vî halî da Oktay Vûral serokê fraksyona MHP'ê li meclisa Tirkiyê jî idia kir ku AKP'ê di rû da şerê bi PKK'ê ra avêtiye meydanê, lê li pişt perdê muzakireya bi PKK'ê ra didomîne. Ne koçka serokomariya Tirkiyê desta ji xeyala sîstema serokomariyê berdide û ne jî Îmralî ji xewna Kurdistana mezin poşman dibe.
Di rastiyê da tenê rawestndineke piçûk li muzakirên aştiyê pêk hat. Heta 1 Mijdarê (dema birêxistina hilbijartinên pêşwext) ev şanoya şerê di navbera PKK'ê û artêşa Tirkiyê da û mijara agirbesê yê bi vî rengî bidome. Di rastiyê da hikûmeta Tirkiyê hewl dide bera raya giştî bide vî alî da ku Tirkiye bi PKK'ê ra şêrr dike. Lê tu planek ji bo rakirina mesela têrorîsmê tune. Tenê şer heye. Ev têkoşîna delweta Tirkiyê li hemberî PKK'ê di rastiyê da yê hereketeke nû bo destpêkirina dewreke din a muzakireyan di navbera hikûmeta Tirkiyê û Îmraliyê (Evdile Oclaan) da be.