Îlon 02, 2015 18:20 Asia/Tehran
  • Hêzên PKK`ê agir bi heft kamyûnên Komara Azerbaycanê vedan

Şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) het tirêyliyên ser bi Komara Azerbaycanê hevrê ligel barên têda li Tirkiyê şewitandin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, li halê ku medyayên Tirkiyê nexwestine tu agahiyeke li bara agirpêdana kamyûnên ser bi Komara Azerbaycanê li nav axa Tirkiyê da bidin der, lê xwediyên van kamyûnan ragiahndin ku bûyereke wisan qewimiye.
Malpera Axarê fîlma agirberdana van kamyûnan û barên têda weşand û nivîsî ku şeş kamyûn bi giştî hatine şewitandin û tenê agirê kamyûnekê hatiye xevakirin.
Eva li halekî ye ku du rojan berî niha serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Dawûdoxlû dilniyayî dabû Komara Azerbaycanê ku tu nigeraniya xwe li bara bêewlehiyên li Tirkiyê tunebe.