Êrîşa firokeyên cengî yên Tirkiyê li ser pêgehên PKK`ê
Îlon 02, 2015 16:47 Asia/Tehran
Firokeyên şêr ên artêşa Tirkiyê pêgehên Partiya Karkerên Kurdistanê nasyar bi PKK`ê li başûrê rojhilata vî welatî dane ber êrîşan.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Reuters`ê, artêşa Tirkiyê bi weşûandina daxuyaniyekê ragihand ku du ferwend firokeyên cengî ji cûreya F-16`ê yên vî welatî roja çarşemiyê pêgeh û çeperên PKK`ê li parêzgeha Hekkariyê dan ber êrîşan ku di encamê da hejmarek ji şervanên vê partiyê hatin kuştin yan birîndar bûn. Li daxuyaniya artêşa Tirkiyê hatiye ragiahndin ku êrîşa îro ya artêşê li ser pêgehên PKK`ê wek berteka li dijî êrîşên vê partiyê li parêzgeha Hekkariyê ku di encamê da çekdarekî vî welatî hat kuştin, pêk hat. Ji destpêka pevçûnên di navbera şervanên PKK`ê û hêzên artşa Tirkiyê di destpêka tîrmeha 2015`an heta niha derûdora 70 kes ji hêzên ewlehiyê yên tirk hatine kuştin.