Daxwaza bi dehan kes ji eşîrên Tirkiyê ji PKK
Îlon 02, 2015 12:59 Asia/Tehran
Bi dehan kes ji serokeşîrên navçeyên rojhilat û başûrê rojhilata Tirkiyê ji PKK xwestin ku ji Tirkiyê derkevin.
Li gorî rapora malpera rojnama Miliyetê, çapa Tirkiyê, 120 kes ji serokeşîr û nunerên rêxistinên sivîl duh li mala Hazim Babat ji serokeşîrên parêzgeha Şirnaxê civiyan û daxwaza rawestana pevçûnan û hewldana bo damzerandina aşitî û aramiyê kirin.Hazim Babat piştî vê rûniştinê ji nûçegihanan re got ku em dixwezin ku birakujî kuta bibe û em hewl didin aşitî pêk were.
Babatî got: Li vê pêvajoyê emê li kêleka dewleta Tirkiyê bin.
Navçeyên başûrê Tirkiyê û nêzîkî sînorên Sûriyê ji 2 mehan berî niha û piştî êrişa terorîstî ser çalakên hogirê kurdan li bajarê Sûrûçê ku li encama wê 31 kes hatin kuştin û 100 kes jî birîndar bûn, nearam in.