Îlon 02, 2015 12:57 Asia/Tehran
  • Elî Heyder Konca: HDP şagirda Dawûdoglu nîne ku wê tehdîd dike

Partiya Dêmokratîka Gelan (HDP) şagirda Dawûdoglu nîne ku endamên wê tehdîd dike. Tu bernameyek di navbera AKP'ê û HDP'ê da ji bo pêkanîna hikûmetê tine.

Ajansa nûçan a Kurdpress'ê j izarê Ozgur Gundemê ragihand ku Elî Heyder Konca wezîrê demkî yê karûbarên Tirkiyê li Yêketiya Ewropayê piştî ku bo vê postê li kabîneya demkî hat bijartinê, Ehmed Dawûdoglu ji ber gotina " pêkanîna dewleta demkî bi HDP'ê ra daxwaza me nebûye" bi tundî rexne kir û got: HDP'ê di çarçêva dêmokrasî, mafên mirovan, azadî û aştiyê da pêngavan radike.
HDP'ê şagirda birêz Dawûdoglu nîne ku gefan li endamên wê dixwo. Cîgirtina parlemanterên HDP'ê li kabîneya berwext pêwîstiyeke destûra bingehîn e. Tu bernameyek di navbera AKP'ê û HDP'ê da ji bo pêkanîna hikûmetê tine. Li rastiyê erka serekeye hikûmeta niha li Tirkiyê dabînkirina ewlehiya hilbjartinan û kutakirina şer û pevçûnan e.
Wî li dewama xeberdana xwe desnîşan kir ku çawan me piştgirî nedaye operasiyona PKK'ê li Tirkiyê, em ji şîdeta hêzên ewlehiyê li deverên kurdnişîn jî rexne dikin.
Em agirbesa duyalî dixwazin. Tirkiye hewcedarê dêmokrasiyê ye û ev hewcedariya tenê bo çareserkirina meseleya kurdan nîne. Ji bo pêşketin û dêmokratîzebûna Tirkiyê jî divê ev welata dêmokratîze bibe. Dema isûlên dêmokrasiyê li welêt bên berçavgirtinê, têkoşîna bi çekdan jî wê kuta bibe. Heke li welêt dêmokrasî heba ewqs mirov nedihat kuştin.