Îlon 02, 2015 12:07 Asia/Tehran
  • Pêkanîna komîsyonekê bona hilkolandina serkutkirina medyyaan li Tirkiyê

Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) komîsyoneke taybet bo hilkolandina serkutkirina medyayê rexnegirê dewletê li vî welatî pêk anî.

Li gorî rapora malpera rojnama Zaman, endamên vê komîsyonê ku ji nunerên CHP li parlimana Tirkiyê pêk hatine roja sêşemê bona nîşandana hevdiliya xwe seredana nivîsgeha grûpa medyayî ya Îpekê kirin ku pêştir ketibû ber êrişa hêzên ewlehiyê.
Nunerên CHP her wiha roja sêşemê seredana nivîsgehên rojnameyên Sûzcû û Cimhûriyetê kirin û biryar e roja çarşemê jî seredana nivîsgehên rojnamên Zaman û Terefê jî bikin.
Hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyê roja sêşemê êriş kirin ser grûpa medyayî ya Îpekê û medyayê ser bi wê, ji wan rojnamên Miliyet û Bûgûnê.
Êrişên hanê bin çavdêriya dayira sûçên aborî yên wezareta darayiyê ya Tirkiyê cih hat.
Li gorî vê raporê ji zarê dozgeriya Enqerê, hukma girtina 5 kes ji rayedarên paybilind ên grûpa medyayî ya Îpekê ji wan birêvebirê cihanîna wê hatiye dayîn.
Êrişên hanê li halekê cih tên ku toreke civakî ya eşkerekirinê bi navê Fûat Awnî 27 Tebaxê nivîsî ku Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê fermana serkutkirina medyayê rexnegir ji wan grûpa medyayî ya Îpek û Doganê û rojnamên Zaman, Teref, Cimhûriyet û szcûyê daye.
Serkutkirina medya rexnegir li Tirkiyê li halekê şîdetê digre ku hêzên ewlehiye vî welatî opersyona li dijî terorîstî ya berfireh piştî teqîna meha Jûiyê li bajarê Sûrûçê destpê kirine .