Îlon 02, 2015 11:07 Asia/Tehran
  • Komploya Tirkiyê û Israîlê bi hevkariya tev DAIŞê li Iraqê

Nunerê Hevalbendiya Dewleta Qanûnê li bara komploya Tirkiyê û Rejîma Siyonîst bi alîkariya grûpa terorîst a DAIŞê bona hêsankariya li koçberiya ciwanên iraqî bo derve agahî da.

Li gorî rapora malpera nûçana El-Medarê ya Iraqê Sadiq El-Leban nunerê Hevalbendiya Dewleta Qanûnê li parlimana Iraqê bal kişand ser mukurhatina yek ji serkirdeyên girtî yên grûpa tekfîrî -beisî ya DAIŞ'ê li parzêgeha Diyalê û got: Wî li vê mukurhatinê komploya hevpar a Tirkiye û Rejîma Siyonîst û terorîstan li dijî Iraqê bona hêsankariya li koçberiya ciwanên vî welatî eşkere kiriye.
El-Leban bal kişand ser daxwaza merceê bilind ê olî bona girtina rê li ber koçberiya ciwanên iraqî û ji dewleta navendî xwest ku tevî piştgiriya ji wan ciwanan bona beşdariya wan li avedankirina welêt, ji wan re kar û şuxulan pêk bîne.
Şêx Ebdulmehdî El-Kerbelayî nunerê ayetullah Sîstanî merceyê bilindqedr ê şîeyên Iraqê li Kerbelayê dilgiraniya xwe li bara mesela koçberiya ciwanên iraqî bo dervey welêt nîşan da û ji ciwanan xwest ku biryara xwe ji bo koçberiyê venihêrin.