Îlon 02, 2015 08:40 Asia/Tehran
  • Dewama nerazîbûnan li Istembolê

Gelê Tirkiyê cardin li Istembolê xwenîşandan bi rê xistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, ev xwenîşandana roja sêşemê bona protestokirina nearamiyên başûra rojhilata Tirkiyê û şer û pevçûna artêşa vî welatî tev PKK bi rê ket.
Li gorî vê raporê, polîsan bona belakirina neraziyan gaza hêsirrêj, gulleyên lik û trimbêlên avreşandinê bi kar anîn.
Polîsên bajarê Istembolê14 xwenîşander jî girtin.
Gelê Istembolê roja yekşemê jî bi birêxistina xwenîşandanê nerazîbûna xwe li hember kuştina xelkê li navçeyên kurdnişîn ên başûra rojhilata Tirkiyê li encama opersyona eskerî ya artêşa vî welatî nîşan dan.
Navçeyên curbicur ên Tirkiyê ji meha Jûiyê û piştî êrişa terorîstî ser hogirên kurdan li bajarê Sirûçê ku li encama wê 31 kes hatin kuştin û nêzîkî 100 kes jî birîndar bûn nearam bûne.