Pesendkirina qanûna xelatdayînê ji bo kesên ku li bara PKK'ê agahiyan bidin
Tebax 31, 2015 21:01 Asia/Tehran
Qanûna xelatdayînê ji bo kesên ku li bara PKK'ê agahiyan bidin li Tirkiyê de hate pesendkirinê.
Li gor rapora ajansa Anadoluyê, Qanûna xelatdayînê ji bo kesên ku li bara PKK'ê agahiyan bidin, li Tirkiyê de wek qanûna 3713 hatiye bi navkirin û ev qanûna herwisa kete nav rêza qanûnên xebata dijî terorîzmê li nav Tirkiyê.Li vê qanûnê hatiye kesên ku alîkariya hêzên hikûmetê bikin bona peydakirin û girtina terorîst û cinayetkaran an jî cihê veşartina wan eşkera bikin, tên xelat kirin.
Hatiye ragihandin ku erzişa vê xelatê girêdayî erzişa agehdariyên ku dikevin destê hêzên ewlehiyê ye, lê li vê qanûnê destnîşan bûye ku erzişa vê xelatê ji 200 hezar lîr yan 68 hezar dolaran pirtir nîne.
Ji aliyê din ve hatiye ragihandin ku ser îzna komîta xebata dijî terorîzmê ya Tirkiyê û bi îmzaya wezareta karên hundir ya vî welatî, ev xelata dukare 20 beranberî ew xelata ku hatiye pejirandin bibe, lê şerta vê yekê eva ye ku ev agehdariyana gelekê bi erziş bibin û bikaribe ewlehiya civatê dabîn bike.
Karzan û şirovekarên siyasî ser vê meselê dibêjin, hikûmeta Enqerê baş dizane ku ev qanûna li kokbirkirina dijberên hikûmetê ku bi navê terorîst tên nasandin tesîreke xwe ya kêrhatî û berbiçav tine, lê ev hikûmeta li bereberê hilbijartina pêşwext dixwaze xwe li dij terorîzmê û ji bo damezirandina ewlehiyê li Tirkiyê cidî bide nasandinê, da ku belkî bi vî awayî dengên xwe zêde bike.