Tebax 31, 2015 20:32 Asia/Tehran
  • Tekîda Dawûdoglu ser xebata dijî terorîzmê

Serokwezîrê Tirkiyê ser xebata dijî terorîzmê li vî welatî sekinî.

Li gor rapora ajansa Anatoliyê Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê Tirkiyê li press konferansa xwe ya duh duşemê li Enqerê bal kişande ser viya ku êdî tu aliyek hêvî tunebe ku Tirkiye dest ji xebata dijî terorîzmê berde û got: Em hetnî kokbirkirina terorîzmê li nav axa Tirkiyê dest ji operasiyonên xwe bernadin.
Serokwezîrê Tirkiyê bal kişande ser viya ku xebata dijî terorîzmê hetanî damezirîna ewlehiyê li hemû navçên vî welatî dê bê domandinê û got: xebata dijî terorîzmê tu peywendiyeke xwe bi mesela hilbijartina nav Tirkiyê ra tune.
Ehmed Dawûdoglu bal kişande ser viya ku operasiyonên dijî terorîstan tu peywendiyek xwe bi hilbijartina pêşwexn a Tirkiyê ra tune û got: Ewlehiya nav Tirkiyê ji her tiştekî dinê girîngtir e .
Ehmed Dawûdoglu li bara operasiyonên dijî PKK yên Tirkiyê jî got: Her aliyek li nav Tirkiyê ku daxwaza aşitiyê dike pêwîst e ku çek û sîlahên xwe dayîne erdê.
Ji meha tîrmehê û piştî êrişa terorîstî ya ser alîgîrên kurdan li bajarê Surûçê ku zêde ji 30 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêde ji 100 kes jî birîndar bûn rewşa nav Tirkiyê aloz bûye. Davûdoglu li rewşekê îdiayê dike ku mesela şerê li dij terorê ti peywendiya xwe bi hilbijartinên pêşwext re tine ku piraniya karzan û kurdên Tirkiyê bawer in piştî şikesta AKP li hilbijartina heftê hezîranê vê partiyê her rê û şêwzek girte ber xwe ji bo birêxistina dubare ya hilbijartinan û zêdekirina dengên vê partiyê ku despêkirina şêr yek ji wan şêwzan e, lê niha ku AKP ji bidestxistina dengên kurdên vî welatî bê hêvî maye bona ku dengê nejadperêz û netewperêzên tirk ber bi xwe ve bikişîne li ser berdewamiya şerê bi gotina rayedarên tirk yê li dij terorîzmê îsrarê dike.