Tebax 31, 2015 18:54 Asia/Tehran
  • Teqîna bombeyekê li kêleka rê li başûrê rojhilata Tirkiyê

Erebeyeke çekdarên tirk li başûrê rojhilata Tirkiyê kete ber hedefa teqîna bombeyekê.

Li gorî rapora malpera rojnameya Zaman`ê, roja duşemiyê ji ber teqîna bombekê li ser riya leşkerên tirk ser yên artêşa Tirkiyê li parêzgeha Şirnaxê, lêniştiyên wê erebeyê birîndar bûn.
Li gorî vê raporê, lêniştiyên vê erebeyê çekdarên mijûl li balafirgeha Şerafedîn Êlçiyê bûn. Li vê bûyerê 13 hêzên polîs birîndar bûn ku rewşa sê kesan ji wan xerab hatiye ragihandin. Polîsê Tirkiyê endamên Partiya karkerên Kurdistanê (PKK) sebebkarên vê teqînê dan zanîn. Rayedarên ewlehiyê yên Tirkiyê demek berî niha ragihandin ku trêneke barî ku li parêzgeha Mûşê li rojhilata vî wlatî dimeşiya piştî çûna ser bombeyê û teqîna wê, ji ser hesinriyê derket. Navçeyên cûrbicûr ên Tirkiyê ji tîrmehê û piştî êrîşa têrorîstî li ser çalakvanên hogirê kurdan li bajarê Surûçê ku di encamê da 31 kes hatin kuştin û derodûra 100 kesan birîndar bûn, qada şer û pevçûnan e.