Tebax 31, 2015 17:01 Asia/Tehran
  • Tirkiye ewlehiya sînorên Komara Azerbaycanê misoger dike

Serokwezîrê Tirkiyê got: Heta wê demê ku Tirkiye li kêleka Komara Azerbaycanê ye, dê tu pirsgirêkek li sînorên vî welatî çê nebe.

Li gorî rapora îro duşemiyê ya ajansa nûçeyan a Trendê ji zarê Anatoliyê, serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Dawûdoxlû roja buhurî li axaftina xwe li merasima nû û duyemîn salvegera damezirandina komara Tirkiyê tevî pêgiriya li ser piştgiriya Enkerê ji Bakûyê got: Komara Azerbaycanê birayê Tirkiyê ye û ewna di her rewşekê da li kêleka hev in. Serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Dawûdoxlû tevî gotina vê yekê ku ewlehî û asayîşa Tikriyê pêştir û vebijartîtir ji her tişteke din, wisan pê da çû: Em bêyî nigeraniya ji têrorîsmê dê şerê li dijî têrorîsmê bidomînin û dewama şerê li dijî têrorîsma tu têkiliyeke xwe bi mijarên hilbijartinê ra tine. Serokwezîrê Tirkiyê tevî nirxandina pêvajoya hilbijartinan idia kir: Em dev ji riyên xurtkirina dêmokrasî û azadiyê bernadin û bi pêngavên dilniyatir bi pêşda terin. Hêjayî gotinê ye ku li ser esasa destûrnameya ku ji aliyê serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Dawûdoxlû va hat wajokirin û belavkirin, di roja 30`ê tebaxê ango duh da ji ber zêdebûna êrîşên têrorîstî tu cûre ceşn, bernameya bêhnvedan û konsêrtek bi minasibeta roja komartiyê li Tirkiyê bi rê neket.