Tebax 31, 2015 16:55 Asia/Tehran
  • Qilîçdaoxlû: Dewleta demkî ya Tirkiyê bêteref nine

Serokê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) ragihand: Dewleta demkî wisan ku pêwîst e bêteref nine û xizmeta serokkomar dike.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a xwendekarên Îranê (ISNA), Kemal Qilîçdaroxlû got: Di rewşa ku qanûn binpê dibe û di dema ku hakimiyet û desthilatdariya qanûnê tine,, dê ev dewleta tenê xizmeta Receb Teyib Erdoxan bike. Qilîçdaroxlû her wiha got: Ev dewleta tê da kesayetiyên bêteref tunin. Li gorî gotina Qilîçdaroxlû, pirsa kurdan hîn yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên Tirkiyê ye. Wî ji Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) xwest ku zêdetir ji berê dijberiya xwe ligel kiryarên çekdarî yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nîşan bide.