Tebax 31, 2015 16:09 Asia/Tehran
  • Teybîrên ewlehiyê li Tirkiyê bina birêketina hilbiartina parlemanî li Tirkiyê

Serokkomarê Tirkiyê ragihand ku teybîrên ewlehiyê bona birêketina hilbijartina parlemanî li hal û wezekî aram li vî welatî têne berçav girtin

Li gor rapora ajansa Anatoliyê , Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li presskonferansa xwe ya duh yekşemê li koşka serokkomariya Tirkiyê ragihannd ku dewlet li hilbijartina 1 mijdarê qet îzna sextekariyê nade û hemû teybîrên ewlehiyê bona birêketina hilbijartinê li hal û wezekî aram berçav digire.
Erdogan bal kişande ser viya ku ev hilbijartina dê bi zelalî birê keve ragihand ku dewleta Enqerê li hemberî wan kesan radiweste ku dil hene aloziyê di nav Tirkiyê da çê bikin .
Receb Teyib Erdogan herwisa bal kişande ser hevkariya hêzên ewlehiyê, hêzên eskerî, polîs û wezareta karên hundir ya Tirkiyê bona sekinîna li hemberî aloziyên nav vî welatî û serketina wan got: Hilbijartina 1 mijdara 2015 hema bêyê tu pirsgirêkek dê bê zelalî bi rê keve.
Erdogan herwisa got: sebebkarrên kiryarên terorîstî yên vê dawiyê li nav Tirkiyê dê bi şîdet bêne siza kirin û ewna dê bersiva van kiryarên xwe yên nedirust bidin.
Piştî hilbijartina 7 Hezîranê û işkesta AKP li vê hilbijartinê û nekarîna Ehmed Dawûdoglu bona pêkanîna dewleta hevalbendiyê, Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê fermana birêketina hilbijartina pêşwext li vî welatî da.
Ev hilbijartina dê li 1 mijdara 2015 bi rê keve.