Tebax 31, 2015 12:48 Asia/Tehran
  • Birêketina rêûrisma salvegera şerê serxwebûnê ya Tirkiyê

Tirkiyê salvegera serketina li şerê serxwebûna vî welatî ji Yewnanistanê ya ser navê şerê Domlu Pînarê cejn girt.

Li gor rapora ajansa Reutersê, li salvegera serketina Tirkiyê li şerê vî welatî tev Yewnanistanê, şerê ser navê Domlu Pînar Erdogan li gotinên xwe li nav koma xelkê vî welatî got: Hîn jî Tirkiye bona ku Anatoliyê bizeliqîne xwe tev dijminan şer dike.
Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê ragihand ku tu dijminekî biyanî yan jî hundirî nikare derbê li gelê Tirkiyê xîne.
Wî got: serxwebûna Tirkiyê hertim hatiye parastin û tu kes nikare bona serxwebûna Tirkiyê wekî gefekê bibe.
Hevçaxî salvegera serketina Tirkiyê li şerê serxwebûnê, her sal xelkê Tirkiyê vê rojê cejn digirin.
Artêşşa Tirkiyê li şerê serxwebûnê ku li sala 1922 birê ket li hemberî artêşa Yewnanistanê serket û bi vê qirarê Tirkiye serbixwe bû.
Erdogan zêdebûna deshilata xwe li Tirkiyê li serkevtina AKP'ê dibîne, vêca ji bo ku ev partiya li hilbijartinên pêşwext serkeve çi ji destê wî tê dike û partiyên reqîbê xwe yên wek HDP bi her sûç û gunehekê tawanbar dike û wê (HDP) wek dijminê gelê Tirkiyê dide nasandinê û AKP jî wek parêzvanê yekperçetî û serxwebûna vî welatî dide zanînê, eva li rewşekê ye ku ji hemûyan re eşkera bûye ku eva Erdogan û zêdexwaziyên wî ye ku bû sedema têkçûna agirbesta navbera PKK û artêşa Tirkiyê û despêbûna dubare ya şêr di nav vî welatî de.